PeyamaKurd- Li rojavayê payîtexta Afxanistanê, Kabîlê erebeyeka tije teqemenî teqiya û 80 kes birîndar bûn. Berdevkê wezareta karên hundir yê Afxanistanê Nasret Rehîmî ragihand ku li Kabîlê teqîn çêbûye. Rehîmî weha got:
“Li gor sieta Afxanistanê siet di 09.05 ê sibê de, erebeya ku tije bombe bû qereqola 6 emîn ya polîsan kiribû hedef.”
Berdevkê wezareta tenduristiya gel Wahîdullah Mayar jî ji aliyê xwe de mijarê weha ragihand:
“Jimara birîndaran giha 80 kesî.”
Talîbanê ragihand ku êrîşê wan kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin