PeyamaKurd - Parêzgariya Hewlêrê bi daxuyaniyekê êrîşa doh 26ê Hezîranê ya li ser derdora Hewlêrê pêk hat şermezar kir û da xuyakirin, Hewlêr bi saya dezgehên asayiş û polîs parastî ye.
Parêzgariya Hewlêrê di daxuyaniyê de bibîr xist ku doh li demjimêr 01:50 de 3 drone li mala welatiyekî li ser rêya Sêwle ya li gundê Birax ê nêzîk komlegeha Mela Omer a li parêzgeha Hewlêrê ketine ku du ji wan droneyan teqiyan, lê yek ji wan neteqiya û xweşbextane ji bilî ziyanên madî, ti ziyaneke canî çênebûye.
Parêzgariya Hewlêrê diyar kir: “Ji bilî ku em vê êrîşa li ser bajarê me bi tundî şermezar dikin, welatiyan dilniya dikin ku bi saya şiyarbûna hêzên ewlehiyê û dezgehên asayiş û polîs, bajarê Hewlêrê parastî ye.”
Parêzgariyê destnîşan kir, terorîst bi van kiryarên tirsonek, nikarin aramî û ewlehiya bajarê Hewlêrê têk bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin