‘Emîrê DAISê yê Telaferê’ li Kayseriyê hat desteserkirin

‘Emîrê DAISê yê Telaferê’ li Kayseriyê hat desteserkirin

PeyamaKurd – Di encama operasyonên li dijî DAIŞê ‘emîrê DAIŞê Telaferê li Kayseriyê hat desteserkirin.”

Di encama operasyonên li dijî DAIŞê ‘emîrê rêxistina terorî ya DAIŞê yê Telaferê li bajarê Tirkiyê Kayseriyê hat desteserkirin.

Medyayên Tirkiyê ragihandine, ku hêzên têkoşîna dijî terorê yên wî welatî piştî komkirina zanyariyan û zanîna navnîşan û cihê ku lê dimînin, bi ser wan cihan de girtine û ew kesên gumanbar desteser kirin

Hat hîn bûn ku ew gumanbarekî ku hatiye desteserkirin li Telaferê milekî DAIŞê li birêve biriye û bi rêyên ne yasayî çûye Tirkiyê.

Herwiha hatiye ragihandin, ku her 4 kesên girtî bi eslê xwe ji Iraqî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin