Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîsa li ser mala Serokê Parlamantoya Iraqê sermezar kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîsa li ser mala Serokê Parlamantoya Iraqê sermezar kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê êrîşa li ser mala Serokê Parlamantoya Iraqê Mihemed Helbûsî şermezar kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsî û da zanîn: “Ev êrîş pêşhateke metirsîdar e û têkdana ewlehî û aramiya Iraqê armanc digire.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamiyê de hêviya başbûna zû ji birîndarên wê êrîşê re xwest.

Şeva borî bi 3 moşekan êrîş li mala Serokê Parlamantoya Iraqê (Encûmena Nûneran) Mihemed Helbûsî ya li devera Kereme ya Enbarê kirin û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin