Mesrûr Barzanî: Brîtanyayê di hemû waran de pistevaniya xwe bo Kurdistanê nîsan da

Mesrûr Barzanî: Brîtanyayê di hemû waran de pistevaniya xwe bo Kurdistanê nîsan da

PeyamaKurd – Civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ku îro 27ê Nîsanê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêk hat, bidawî bû.

Piştî civînê hat ragihandin ku di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê serdana fermî ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê, pêşwazîlêkirina li wê derê li ser asteke bilind û civînên ligel Serokwezîrê Brîtanyayê, Wezîrê Derve, Navxwe, Berevanî, Enerjî, Perwerde û berpirsên din ên wî welatî pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser ku di hemû civîn û hevdîtinan de, serokwezîr û berpirsên din ên Brîtanyayê, amadehiya xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan, piştevanî û hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê di warên cuda de nîşan dan û herwiha Encûmena Wezîran a wezaretên xwe raspardin ku li gor taybetmendiyên xwe, pêdaçûnên pêwîst ji bo wan dosyayên ku di serdana fermî ya bo Brîtanyayê de guftûgo li ser hatine kirin, bikin.

Ji bo vê mebestê jî, Sekreteriya Encûmena Wezîran, Fermangeha Pêwendiyên Derve û Fermangeha Hevahengî û Pêdaçûn bi hevahengiya di navbera wezaratan de raspardin, bi arasteya sûdwergirtin ji wan derfetên ku encamên wê serdanê bûne bo Herêma Kurdistanê.

Di xala duyem a rojeva civînê de, projeyasaya (desteya bawerbexşîna bi sazî û bernameyan bo perwerde û xwendina bilind li Herêma Kurdistanê) hat pêşkêşkirin ku armanc dike standardên guncaw ji bo pejirandina saziyên perwerdehiyê bi riya saziyeke serbixwe ku dê şûna wezaretan negire destnîşan bike, belkû ew ê piştgiriyê bide xebata wezaretan di pêkanîna standardên bawerbexşînê yên bi standardên navneteweyî, da ku kalîteya akademîk û zanistî ya bilind birêve bibe, bi organîzekirina mekanîzmayên pratîkî ji bo piştgirîkirina wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind, zêdekirina karînên mirovî û pêşxistina bernameyên perwerdehiyê li Herêmê.

Xala sêyem ya civînê, taybet bû bi pêşkêşkirina rewşa elektirîkê li Herêma Kurdistanê di rûyê pêşveçûn û astengiyan de û pêşniyazên Wezareta Elektirîkê bo baştirkirina xizmetguzariya elektirîkê û projeyên elektirîkê, bi taybet ku ji werzê Havînê nêzîk dibin ku raportek ji aliyê Wezîrê Elektirîkê Kemal Salih hatiye pêşkêşkirin ku tê de koma elektirîka bi megawat li wîstgehan hatiye berhemanîn û dabeşkirina wan li ser bajaran û demjimêrên dana elektirîkê bo welatiyan û projeyên Wezareta Elektirîkê bo berhemanîna elektirîkê bi awayekî zêde ronî kiriye. Di dawiyê de jî, astengiyên li pêş wezaretê, ligel pêşniyarên pêwîst ji bo çareserkirina wan pêşkêş kirin.

Di civîna Encûmena Wezîran de, wezaretên pêwendîdar yên samanên xwezayî, Plandanan, Darayî, Aborî, Çandinî û Çavkaniyên Avê raspardin ku hevahengiyên pêwîst ligel Wezareta Elektirîkê bikin, ji bo baştirkirina xizmetguzariya elektirîkê.

Di dawîya civînê de jî Encûmena Wezîran ji bilî pîrozbahiya bi boneya nêzîkbûna Cejna Remezanê ya pîroz, biryar da hefteya bê ji roja 1ê Gulanê heta 5 Gulana 2022an li sazî û dezgehên hikûmî yên Herêma Kurdistanê betlaneya fermî be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin