PeyamaKurd – Civata Êzîdî Çarşema serê Nîsanê ango li gorî salnameya rûmî Çarşema pêşî ya Nîsanê wekî Cejna Çarşema Sor pîroz dikin û îro Cejna Çarşema Sor e.
Di bîr û baweriya Êzîdiyan de, dinya vê rojê hatiye avakirin û Melekê Tawis vê rojê hatiye ser rûyê zemîn. Ev roja pîroz roja efûkirina gunehan e.
Cejna Êzidiyan Çarşema Sor îro ji aliye hemû êzidiyên ve tê pîrozkirin. Çarşema Sor mezintirîn cejna civata Êzidiyan e û ji sedan salan û vir ve li Perestgeha Pîroz Lalişê tê pîrozkirin.
Li gorî bîr û baweriya êzidiyan, di çarşema berî ya meha Nîsanê de gerdûn hatiye avakirin û ew roj weke destpêka jîyanê tê binavkirin.
Di vê roja pîroz de hemû kes di sere sibehê de ji xwe hişyar dibin û bi derketina rojê ve berê xwe dide rojê û ji bo cîhanê duayan dikin.
Hêjayî gotinê ye ku, îsal ji ber metirsiya belavbûna şewba koronayê civata ruhanî pîrozbahiyên îsal yên Çarşem Sor betal kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encumena Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê pîrozbahî li xelkê êzîdî kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin