PeyamaKurd - Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê îro li ser metirsî û zêdebûna tûşbûnên vîrusa koronayê civiya û çennd biryar hatin standin.
Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê, biryar da ku heta 1/12/2020 xwendin li hemû polan bê rawestandin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Dr. Aso Hewêzî ji K24ê re daye xuyakirin: "Ji bo parastina jiyana xwendekar û mamosteyan, proseya perwerdeyê dê heya 1/12/2020 were rawestandin.”
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku rawestandina proseya perwerdehiyê hemû dibistan hikûmet û yên taybet li xwe digire û got: "Piştî vê mehê, dê careke din Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ji bo vê mebestê bicive û rewşê binirxîne. Eger ev rewş guncaw be dê deriyên navendên perwerdeyê bên vekirin, eger na jî, dê girtî bimînin."
Proseya perwerdeyê li Herêma Kurdistanê, qonaxên 1 û 2 yên sereteyî û ligel 12 yê amadehiyê li nava polan bû. Polên din jî ji polas 3 seretayî û heta 11ya amadehî bi awayekî online û elektronîkî dest pê kiribû. Niha ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê, ji bo mehekê proseya perwerdeyê bi temamî hat rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin