PeyamaKurd – Bi daxuyaniyekê Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd) êrîşên PKKê yê li hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, bi metirsiyeke mezin bi nav dike û ji PKKê daxwaz dike, rêz li îrade û serwerî û biryarên Parlemento û Hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistanê bigre.
Diakurd di daxuyaniya xwe de ragihand, Herêma Kurdistanê yekane cih e ku ala pîroz a Kurdistanê tê de pêl dide û di asta navdewletî de hatiye nasîn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî destkefta hemû Kurdistanê wesf dike û destnîşan dike; divê hêzên parçeyên din ên Kurdistanê bi hestyarane li vê herêmê binêrin û partiyên rojhilatê Kurdistanê jî weke nimûne nîşan dide, ku ji bo berjewendî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê, ti çalakiyeke çekdarî li dijî cîranan encam nadin.
Herwiha li ser rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şengalê Diakurd diyar dike: “Rêkeftina navbera Hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rewşa Şengalê, mafê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û heqê ti aliyekî çekdar tine ku gefê lê bixwe.”
Di derbarê teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê ya ji aliyê PKKê ve jî, Diakurd dide zanîn: “Teqandina boriya petrola Kurdistanê, destdirêjiya ser berjewendî û debara welatiyên Kurdistanê ye û bi ti awayî cihê qebûlkirinê nîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin