ANHAyê daye zanîn: “Şaneyên DAIŞê gef li karkerên Şirketa Sara xwar û belge û telefonên wan jî dizîn.”
Hat zanîn, bûyer dema ku karkeran stûnên ronîkirinê li beşa 5an a kampê bi cih dikirin çêbû.
Herwiha di navbera Hêzên Asayîşa Kampê û şaneyên DAIŞê de, şer derket û karker ji wir hatin dûrxistin.
Şaneyên DAIŞê naxwazin kamp bê ronîkirin da ku sûd ji tariya êvarê bigirin û bi hêsanî tev bigerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin