Zelenskiy: 28 rayedarên dewletê bi tawana xiyanetê ji kar hatin avêtin

Zelenskiy: 28 rayedarên dewletê bi tawana xiyanetê ji kar hatin avêtin

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky ragihand ku 28 rayedarên dewletê bi tawana xiyaneta li welat ji kar hatine dûrxistin.

Hat diyarkirin ku bi Serokê Saziya Ewlekariyê Îvan Bakanov jî ji kar hatiye dûrxistin û li şûna wî bi wekalet cîgirê serok Vasyl Maliuk hatiye danîn.

Volodimir Zelenskiy, li ser kanala Telegramê daye xuyakirin, ji ber tawana dijî dewletê û xiyaneta li welat hatiye kirin, serdozgeriyê ji bo hejmarek xebatkaran 651 dozên cezayê tomar kirine.

Zelenskiy, diyar kir ku zêdetirî 60 endamên ewlekariyê li deverên ji aliyê Rûsya ve hatine dagirkirin mane û dijî dewleta Ukraynayê kar dikin û ev tawanên wan hatine tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin