Erecî: Kurdistaneke bihêz di berjewendiya Iraqê de ye jî

Erecî: Kurdistaneke bihêz di berjewendiya Iraqê de ye jî
PeyamaKurd - Şêwrimendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî ku di çarçoveya beşdariya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de li Antalyaya parêzgeha Tirkiyeyê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtin pêk anî got ku “Kurdistaneke bihêz di berjewendiya Iraqê de ye jî.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwrimendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî li Antalyayê hevdîtinek kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Şêwrimendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê, her du alî li ser mijarên enerjî û ewlehiyê axivîne û her wiha li ser mijarên hevahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê rawestiyane.

Li gor daxuyaniya ofîsê Qasim Erecî di hevdîtinê de got: "Kurdistaneke bihêz di berjewendiya Iraqê de ye jî. Divê her du alî di çarçoveya aramiya siyasî de xwediyê helwesteke hevpar bin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin