PeyamaKurd – Rêxistina civakî ya ku navenda wê Îsvîçre ye ya bi navê Çavdêriya Ewrûpa-Derya Sipî ya Mafên Mirovan (Euro-Med) ragihand ku di hefta dawiyê de artêşa Îsraîlê li nexweşxana Şifayê û dora wê 13 zarokan kuştiye. Euro-Med ragihandina xwe nivîskî kir û got:
“Tîma Euro-Medê ya sehayê bi belge kir ku eskerên Îsraîlê li nexweşxana Şifayê û dora wê 13 zarokan kuştiye. Pistî ku zarok fermana tehliyê ya leşkerên Îsraîlê bicîhanîne jî, piraniya zarokan bi lêdanê hatine kuştin û bi malbatên xwe re bûn e.
Artêşa Îsraîlê hefteyekî zêdeye li nexweşxana Şîfayê û dora wê êrîşên hovane û sîstematîk dike. Ev sûcê şere û li hemberê mirovahiyê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin