PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Koşka Kremlînê ve hat dayîn, hat diyarkirin ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, serdana navenda artêşa Rusyayê ya li herêma Rostovê kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Vladimir Putin li herêma Rostovê ya nêzî sînorê Ukraynayê, serdana navenda artêşa Rusyayê kir û hat diyarkirin ku Putin piştî ku ji Permê vegeriya, nîvê şevê gihîşt navenda Hêzên Çekdar ên Rusyayê ya li bajarê Rostovê.
Hat diyarkirin ku Putin ji Sererkanê Sererkaniyê Valeriy Gerasimov di derbarê rewşa dawî ya "operasyona leşkerî ya taybet" a li Ukraynayê de rapor wergirt û hat zanîn ku bi rêvebirên din ên Wezareta Parastinê re jî hevdîtinek kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin