Sedir ji bo damezrandina hikûmetê 45 roj dem da aliyên Sîe!

Sedir ji bo damezrandina hikûmetê 45 roj dem da aliyên Sîe!

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê berê yê Iraqê Beha Arecî, ragihandiye ku Rêberê Tevgera Sedir Muqteda es-Sedir ji bo aliyên hevkariya Şîe hikûmeta nû ya Iraqê damezrînin 45 roj dem daye û gotiye, heger ev yek pêk neyê jî ew ê ji hevkariya şîe vekişe.

Arecî herwiha gotiye, Sedir di hevdîtina duyem a ligel aliyên hevkariya şîe de red kiriye ku pêşwazîyê li Serokê Hevpeymana Fetih Hadî Amirî bike.

Hêjayî gotinê ye, Muqteda Sedir 2yê Kanûnê li mala Hadî Amirî bi aliyên şîe yên ji encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê nerazî ne re civiyabû, lê heta niha ti lihevtêgihiştinek li ser damezrandina hikûmetê pêk nehatiye.

Sedir israr dike ku hikûmeta nû ya Iraqê bi beşdariya piraniya aliyên siyasî were damezrandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin