Fermandar û sêwirmendên welatên hevpeymaniyê serdana gor û monumenta Barzaniyan kirin

Fermandar û sêwirmendên welatên hevpeymaniyê serdana gor û monumenta Barzaniyan kirin

PeyamaKurd Bi serperştiya General Nick Ducich, fermandar û şêwirmendên welatên hevpeymaniyê, weke Amerîka, Birîtanya, Holenda, Elmanya, Fransa, Hungariya, Fînlenda û Slovakiya, serdana gor û monumenta Barzaniyan kirin.

Li gor zanyariyan, Şanda mêvan serdana gor û monumenta Barzaniyan kir, pişt re serdana muzexaneya enfalkiriyên Barzaniyan û şikefta dêrîn a Şaneder û çend seyrangehên devera Rewandizê kir.

Serokê şanda hevpeyman General Nick Ducich li ser gora nemiran, li ser rola Barzaniyê nemir di xebata destxitina mafên rewa yên miletê Kurd de axivî û şandê rêz û pêzanîn ji bo serkirdatiya Barzanî û xebat û bedelên gelê Kurd dan xuyakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin