PeyamaKurd - Li Navçeya Heskîfa Batmana Bakurê Kurdistanê, mizgefta 610 salî ya bi navê Er-Rizq bo bajarê nû tê veguhestin. Mizgefta dîrokî dê li ser 256 tekeran bête veguhestin.
Li Heskîfê proseya veguhestina Mizgefta Mezin (Er-Rizqê) dest pê kir. Mizgefta ku dê wekî çar beşan were veguhestin, li ser wesayîta SPMT ku 256 tekerên wê hene, bo bajarê nû tê veguhestin.
Ilısu Barajı nedeniyle sular altında kalacak olan Hasankeyf’te bulunan 610 yıllık Er-Rızk Camii özel bir platformla taşınıyor pic.twitter.com/eqITlyg6zb
— DW Türkçe (@dw_turkce) December 16, 2019
Piştî veguhestina beşa sereke ya mizgeftê, dê beşên mizgeftê yên destpêk, derî û dîwarên wê yên dîrokî jî bo bajarê nû bêne veguhestin.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha Mizgefta Zeynel Beg, Hemam Osmanî û Merqeda Îmam Edila bo Heskîfa nû hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin