PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis got ku di nava 3 rojan de perwerdeya ji bo ku leşkerên Tirkiyê û Amerîkayê dewriya hevpar bavêjin, wê dest pê bike.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis di dema ziyareta Amerîkaya Latîn de di balafirê de pirsên rojnamevanan bersivandin.
Li ser pirseke ku digot dewriyê Tirkiyê û Amerîkayê wê kengî dest pê bike, Mattis got ku di nava 72 seetan de wê dest pê bike. Di demeke nêzîk de, belkî zûtir jî.
Ji xeynî vê jî Wekîlê Musteşarê Berpirsê Rojhilata Navîn yê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê David Satterfield li ser mijarê axivî û got ku gengeşiya van rojên dawî li ser peymana Minbicê tu bandora neyînî nekiriye. Her du alî jî li gorî nexşerêyê dimeşin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin