PeyamaKurd - Partîya HDPê proje yasayek pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê kiriye ku kîmiyabarankirina Helebceyê weke jenosîd bide nasandin.
Parlamenterê HDPê yê Wanê Murat Sarisaç li ser navê fraksyona HDPê proje yasayek daye Parlamentoya Tirkiyê ku kîmyabarankirina Helebceyê weke jenosîd bide nasandin.
Di nava wê proje yasayê de wiha hat gotin: "Rejîma dîktatorê jinavçûyê Sedam Husên roja 16 Adara 1988ê bajarê Helebceyê bi bombeyên kîmyawî bombaran kiriye ku bêhtirî 5 hezar welatiyên Kurd di wê rojê de bûne qurbanî, roja 1 Adara 2010ê Dadgeha Bilind a Cezayên Giran li Iraqê kîmyabarana Helebceyê weke jenosîd daye nasandin” Herwiha Parlemantoya Iraq û Kurdistanê jê komkujiya Helebceyê weke jenosîd daye nasandin.
Ji aliyê din Brîtanya, Swêd û Norwecê jî kîmiyabaran Helebce û Enfal weke jenosîda li dijî gelê Kurd dane nasandin. Her sal di roja vê karesatê de çalakiyên cûda têne encamdan û gelên cîhanê hevxemiya xwe li gel wê bûyerê nîşan didin.
Eger parlemantoya Tirkiyê kîmyabarankirina Helebceyê bi jenosîd li hemberî gelê Kurd bide nasanidn dê bibe sedema bihêzkirina canê tebayî û hemahengî û hesta biratiyê di navbera Kurdên her çar perçeyan û gelên Tirkiyê û bi taybetî peywendiyên navbera Kurd û Tirkan dê berfireh û bihêz bibin û gelê Turk dê bibe hevbeşê xemên gelê Kurd
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin