PeyamaKurd – Parêzgarê Neynewayê Necim Cibûrî bi daxuyaniyekê diyar kir, drona ku do piştî nîvro li rojavayê Mûsilê otomobîlek kir armanc û 5 kes tê de hatin kuştin, ya Tirkiyê bû. Cibûrî êrîş şermezar kir û bang li hikûmeta Bexdayê kir, êrîşên Tirkiyê yên di nav axa Iraqê de rawestîne.
Li gor Parêzgarê Neynewayê Necim Cibûrî da zanîn, roja Yekşemê saet 14:20 piştî nîvro, balafireke bê balafirvan otomobîleke sivîl li rojavayaê Mûsilê kir armanc û 5 kes tê de hatin kuştin.
Herwiha Necim Cibûrî bi tundî ew êrîş protesto kir û ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir, rûbirûyî êrîşên Tirkiyê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin