PeyamaKurd - Navenda Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekirê, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Diyarbekirê pêk tên de, îro Înê daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Di daxuyaniya ku li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî hat dayîn de, Serokê Baroyê Nahît Eren û parêzerên endamên Navenda Mafên Zarokan beşdarî kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li girtîgeha zarokan a Diyarbekirê zarok rastî tundiyê tên û di vê derbarê de rapor hatiye amadekirin.
Endamê Navenda Mafên Zarokan Sedat Gorduk diyar kir, şandeyek ji baroyê çûye serdana zarokên ku 3 mehan di girtîgehê de mane û got, wan di 3 mehan de 53 caran bi 32 zarokan re hevdîtin pêk anîne û wan têkildarî gazin û binpêkirinên mafan ji wan re anîne ziman ku wan jî raporek amade kiriye.
Gorduk kurteya rapora binpêkirina mafên zarokên girtî wiha eşkere kir: “Zarokên girtî bi tundiya derûnî û fizîkî, miameleya nebaş û tevgerên rûmet şikandinê yên hin karmendên girtîgehê re rûbirû mane. Di gelek waran de gef li zarokan hatine hatiye xwarin û mafên wan hatine binpêkirin. Di hevdîtina li gel zarokan de zextên li ser zarokan hatine tespîtkirin. Em dibêjin sepanên li ser zarokan li dijî hiqûqê ye. Şandeya me girteka bûyerên qewimîne girtiye. Me têkildarî van qewimandinên li girtîgeha zarokan di 7ê îlonê de li Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê gilî kiriye û daxwaz kiriye ku lêpirsînek bi bandor û bilez were destpêkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin