PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li herêma Idlibê bi hezaran çekdar amadekariyan dikin ku êrîşî Heleb û Hamayê bikin.
Di derbarê bûyerê de, Fermandarê Navenda Çavdêxaneya Agirbesê ya Rûsyayê ya li Sûriyê General Aleksey Tsigankov ji çapemeniyê re axivî û got ku ji %70yî zêdetirî axa Idlibê di destê Tahrîr el- Şamê de ye. Hefteya bûrî serokê vê rêxistinê Ebû Muhammed el Culanî bang li hemî rêxistinên terorî kir û li dijî hukûmeta Sûriyê cîhad îlan kir. Niha bi hezaran çekdarên ku bi çek û wesaîtên giran pêçandî, ji bo ku êrîşî Heleb û Hamayê bikin, amadekariyan dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin