PeyamaKurd - Hat ragihandin ku balafirên Hevpeymana Navdewletî li hin deverên hêzên rejîma Sûriyê lê hene, bombardiman kir.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê şevê din li dor saet 20:00an balafirên hevpeymaniyê li rojhilatê Çiyayê Gerabê hin xalên leşkerî yên Sûriyê bombardima kir.
Rayedarên Sûriyê ji SANAyê re diyar kirin ku di êrîş li hin xalên başûrê Segine ya Çiyayê Gerabê pêk hatiye û di encamê de tenê ziyana madî çêbûye.
Derbarê vê êrîşê ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin