PeyamaKurd - Polîsan bi ser Şaxa TUHAY-DERa Wanê û malên rêveberên wê de girtin û Hevserokê komeleyê Seyfettîn Ertaş jî, di nav de gelek kes desteser kirin.
Li gorî nûçeya MAyê, polîsan bi ser malên rêveber û endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxarên li Wanê (TUHAY-DER) de girtin.
Hat diyar kirin ku polîsan bi ser malên Hevserokê TUHAY-DERê Seyfettîn Ertaş, rêveberê wê Kînyas Başak, Hevserokê komeleyê yê berê Onder Sogukbûlak û gelek kesan de girtin.
Di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.
Piştî serdegirtinên malan, polîsan avahiya TUHAY-DER’ê dorpêç kirin û di serdegirtina avahiyê de nêzî 3 saetan lêgerîn kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin