PeyamaKurd - Li Fransa, tûra duyem a hilbijartinên cîhî ku wê 22ê Adarê çebibûya lê ji ber pandemîyê hatibû taloqkirin, pêk hat.
Endamên partiya Tevgera Meşa Komariyê ku avakirê wê Serokkomar Macron e, li Parîs, Marsîlya û Lyon hilbijartin wenda kir.
Rayên Partiya Keskan bilind bûn û li gelek bajarên mezin seroktiya şaredariya ket deste wan. Di tûra yekem a hilbijartinan de, 16,5 milyon dengdêr biryara seroktiya 5 hezar şaredariyan dan.
Di tûra yekem û ya duyem de, bi giştî 34 hezar 967 şaredar û alîkarê wan hat hilbijartin.
Hejmara kesên ku îsal deng nedane ji %60 e û ev rekor e heta niha di hilbijartinan de. Di 2014an de ev hejmar ji %37,87 bû.
Partiya Macron Tevgera Meşa Komariyê (LREM) li bajarên mezin wenda kir. Partiya Keskan (EELV) jî, li Lyon, Bordeaux, Strazburg, Poitiers, Besançon û Marsîlya bi ser ketin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin