Aldar Xelîl: Tirkiyê ew rêxistin ava kirin, pistgiriya wan kir û ew bikaranîn

Aldar Xelîl: Tirkiyê ew rêxistin ava kirin, pistgiriya wan kir û ew bikaranîn

PeyamaKurd - Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîl diyar kir ku Îdlib, gundên Helebê berê ji aliyê siyasî ve hatibûn firotin. Xelîl, diyar kir ku bûyerên li Idlibê rû didin, li gorî rêkeftinên di navbera dewletên nakok de li Sûriyê pêk tên û wiha got: "Lê gelê Sûriyê berdêla wan rêkeftinan dide. Rejîma Tirkiyê dikare Heyet Tehrîr El-Şam tesfiye bike." 

Ji bo naskirina pêşketînin dawîn li Idlibê û sedemên pêşketina bilez a hêzên rejîma Sûriyê endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.

Beşek ji hevpeyvîna Aldar Xelîlî wiha ye.

‘Dewleta Tirk ew rêxistin ava kirin, piştgiriya wan kir û ew bikaranîn’ 

Aldar Xelîl, bal kişand ser têkiliyên rêxistinên çekdar û Tirkiyeyê û wiha got: "Destpêkê divê em rastiya hinek tiştan bibînin. Gelê Sûriyê bextreş e. Ji ber ku opozîsyonek rastîn û birêxistinkirî yan jî xwediyê helwestên demokratîk û neteweyî ku banga mafên gel dike derneket. Tevî ku gelek kesayetên demokratîk û welatparêze di Sûriyê de hene. Mixabin rêxistinên radîkal û çeteyên li dijî demokratîk û şaristaniya demokratîk xwe weke ku nûnerê gelê Sûriyê ne diyar kirin. Ew jî bi awayekî neyînî bandor li şoreşa Sûriyê kir. Dewleta Tirk ji bo gelek sedeman ew rêxistin ava kirin, desteka wê kir û bikar anîn. Sedem ev in; Tirkiye cîranê Sûriyê ye û bibandor e. Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan di bingehê de serokê rastîn ê Ixwan Muslimîn û cîhadiyan e. Di hundir de yan li aliyê hember, rêxistinên girêdayî Rejîmê hebû. Ew rêxisitin bi israr bû ku çareseriyên demokratîk li Sûriyê qebûl nekin. Gavên demokratîk nevêjin û nehêlin pirrengî li Sûriyê derkeve." 

 ‘Efrîn qurbana rêkeftina di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de ye’

Aldar Xelîl, bal kişand ser aloziyên li Sûriyeyê û got: "Aloziya Sûriyê ji 2011`an ve heta niha dirêj bike. Gelê Sûriyê bacên berjewendiyên dewletên li Sûriyê nakok da. Di vir de ez dixwazim bi mînakekê diyar bikim. Di êrişên artêşa Tirk a dagirker de li dijî Efrînê, Tirkiye û Rûsya ya ku nûnertiya Sûriyê dike, lihev kirin ku Tirkiyê dev ji opozîsyona çekdar li dora Şamê yanî El-Xûta berde. Ji ber ku ev kom li ser Şamê xeter bûn. Lewra rê ji Tirkiyê re hate vekirin da ku Efrîn dagir bike. Efrîn qurbana lihevkirina di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de ye. Komên çeteyên ku Tirkiyê desteka wê dikir û Şam dorpêç dikirin, ji Idlibê re hatin veguhestin. Piştre lihevkirin li du hev pêk hatin û çete ji Tedmur, Hims û Helebê ji Idlibê re hatin veguhestin. Rejîma Sûriyê jî ji bo paqijkirina herêmên din ên Sûriyê ji komên çeteyên girêdayî Tirkiyê hinek tawiz pêşkêş kirin û dev ji hinek beşan li bakurê Sûriyê berda. Erdogan ne kesayetek xwedî rêgez e lê belê ew amade bû ne tenê gelê Sûriyê û şoreşa Sûriyê lê belê nirxên dîrokî yên Tirkiyê bifroşe.

Her wiha nirxên dîrokî yên Tikriyê firot û pêkşetinên li Tirkiyê yên çandî ji bo hebûna desthilatdariya xwe kir qurban." 

Amerîka roleke sereke li Îdlibê lîst' 

Xelîl bal kişand ser hesabên Tirkiye û rola Amerîkayê û wiha axivî: "Amerîka roleke sereke di hemleya Idlibê de lîst. Niha mixa dawîn a tabûta Opozîsyon hat kutan ruxmî hebûna hinek koman li Idlibê û dora wê. Rejîma Sûriyê gelek nuqteyên stratejîk, rêyên M4 û M5 kontrol kirin û dora Helebê paqij kir. Ev herêm ji salên 80`ê ve navendek bingehîn ên komên çeteyan bûn. Ew navenda Ixwan Muslimînan û komên girêdayî wê bû. Bi vê hemleyê keleha ixwanan wêran bû. Tiştê niha maye Idlibê û hinek herêmên girêdayî wê ne. li ser awayên radestkirina wê ji Rejîmê re tê lihevkirin. Tişta dixwazim bêjim Erdogan opozîsyona Sûriyê firot. Ew opozîsyona ku îdia dike opozîsyona Sûriyê ye û di rastiyê de ne opozîsyon e û nûnertiya gel nake. Lê belê ew opozîsyon girêdayî ajandeyên derve ye û armanc dike islama siyasî ava bike. Ne tenê li Sûriyê li belê hewldanên wê li Misrê jî hebû lê bibin ketin. Niha jî hewl dide li Lîbyayê pêk bîne." 

'Armanca Erdogan a sereke dagîririna Sûriyê ye’

Xelîl, li ser armanca Tirkiye û Erdogan a li dijî Sûriye jî rawestiya u wiha bi dawî kir: "Heta pêkanîna bendên biryara NY`yî ya bi hejmar 2254 ne li gorî daxwazîn gelê Sûriyê bû. Kesên hatine pejirandin ji bo ku bi rejîmê re bikevin danûstandinê ne nûnerên gelê Sûriyê bûn lê belê nûnerê çeteyan bûn. Erdogan bi rêya anîna hêzên xwe ji herêmê re armanc nake çeteyan biparêze lê belê armanca wî ya sereke çawa Sûriyê dagir bike. Ji ber ku li ser mijara derxistina çeteyan ji Sûriyê hatiye lihevkirin. Erdogan hewl dide dagirkirina Sûriyê misoger bike da ku plana xwe ya duyemîn pêk bîne; avakirina komara Tirkiyê mîna dewleta Osmanî lê bi cilek nû. Hewl dide vê herêmê beriya 2023`yan dagir bike da ku plana xwe ya dagirkerî heya bigihêje Musil û Kerkûkê temam bike. Ji bo daxuyaniyên wî yên dubarekirî, ew dixwaze îdia û xiyaneta xwe ji komên çeteyan veşêre. Çete ji îdiayên wî bawer dikin. Ji bo sivikkirina zexta çeteyan ji Lîbyayê re têne şandin. Erdogan niha hewl dide kirêgirtinê li Lîbyayê pêş bixe. Erê Tirkiye dikare Cebhet El-Nusra yan jî Heyet Tehrîr El-Şam tune bike. Ji ber ku wê ava kiriye. Dikare navê wê jî biguhere. Yan jî komên din ava bike, ji ber ku Cebhet El-Nusra erkên xwe anîn cih. Tirkiyê wê komên din bi navên din ji bo pêkanîna planên xwe û hebûna xwe li herêmê misoger bike, ava bike." 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin