Bila ispat bike ez ê Erdogan destek bikim!

Bila ispat bike ez ê Erdogan destek bikim!

PeyamaKurd- Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş li ser îddayên Recep Tayyip Erdogan axivî û got ku heke tu vê ispat bike ez xwe ji namzetbûnê vekişînim.

Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş bi alîkariya parêzerên xwe li ser twitterê mesajên xwe digihîne gelê xwe.

Demirtaş vê carê jî li dijî îddayên Erdogan bersiveke tund weşand. Demirtaş wiha axivî: Va ye ji te re fersendeke dîrokî. Li binê vê twitê belgeya ku min ji bo kuştina 53 kesan bang kiriye, eşkere bike; ez soz didim ez ê xwe ji nanzetbûnê vekişînim û te destek bikim. Ji ber bûyerên Kobaniyê ne di heqê min de û ne jî di heqê rêvebiriya HDPê de dozeke ku hatiye vekirin jî tune ye. Di bûyerên Kobaniyê de kesên ku hatibûn kuştin, ne 53 ne, 43 ne. Ji van jî 6 HUDA-PARî ne, 2 hêzên ewlehiyê ne ku suîqest li wan hatibû kirin. 2 penaberên Sûriyê ne û 33 jî HDPyî ne. Ji xeynî 6 kesên HUDA-PARî, ji bo van kesên dî dozeke tenê jî nehatiye vekirin.   

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin