Ji Sedr fermana meha Remezanê bo serkirdeyên tevgerê

Ji Sedr fermana meha Remezanê bo serkirdeyên tevgerê

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedr a şîeyên Iraqê Muqteda es-Sedr, piştî damezrandina hikûmeta Iraqê bi 5 mehan, daxuyaniyek belav kir û ferman da serkirdeyên tevgerê ku di meha Remezanê de bi ti awayî dernekevin derveyî welat.

Hat ragihandin ku Sedr ew ferman ji bo serkirdeyên Tevgera Sedr ên nêzî xwe daye ku di meha Remezanê de dernekevin derveyî Iraqê.

Li gorî daxuyaniya ku bi navê Sedr ji aliyê berpirsê Ofîsa Sedr Hanana Mustafa El-Yaqûbî, hatiye belav kirin, Sedr ji bo kesayetên bi navên; Mahmud Cayaşi, Haydar Cabri, Avn Nabi, Hasan Athari, Calil Nuri, Ahmed Mutayri, Kazim Issavi û Muayad Asadî ev bangewazî kiriye.

Yaqûbî daye xuyakirin ku ew ferman bi hinceta rewşên taybet û mijarên girîng hatiye dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Sedr piştî damezrandina hikûmeta Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanê heta niha bêdeng bû ku beriya damezrandina hikûmeta Bexdayê, dawî li protestoyên alîgirên xwe anîbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin