Ukrayna: Me bi HIMARSên Amerîkî 50 cebilxaneyên Rûsî ji nav bir

Ukrayna: Me bi HIMARSên Amerîkî 50 cebilxaneyên Rûsî ji nav bir

PeyamaKurd - Wezîrê Berevanîyê yê Ukrayna Oleksiy Reznikov, ragihand ku hêzên hêzên wan bi Sîstemên Roketên Topbarana Bilind (HIMARS) yên ku ji alîyê Amerîka ve hatine şandin 50 depoyên cebilxaneya Rûsî ji nav birine.

 Reznikov daye zanîn, dema ku Ukrayna hewl dide dagirkeriya Rûsî paşve bixe, roketên HIMARS alîkarîya wan dikin û wiha axivî: "Ev yek zincîrên lojîstîkî yên wan (Rûsî) qut dike û şiyana wan ya ji bo meşandina şerên çalak û dorpêçkirina hêzên me yên çekdar bi topên giran kêm dike."

Reznikov herwiha da zanîn ku hêzên Ukraynî bi topbaranan dijî gelek piran jî êrîşên "dûr" pêk anîne.

Hêjayî şandina HIMARSan ji aliyê Amerîkayê ve di rewşa şer de Ukrayna bihêztir kiriye ku Rûsya jî dibêje, wan depoyeke cebilxane ya sîstemên HIMARS li herêma Khmelnytskyi li rojavaya Ukrayna rûxandine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin