PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pêşwaziya şanda bilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Serokê ENKSê Siûd Mela kir.
Malpera Serok Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Sûriyê û dawî pêşhatên siyasî û meydanî û rola welatên herêmê û navdewletî di rewşa Sûriyê de hatine guftûgokirin.
Herwiha her du aliyan nîgeraniya xwe ji hebûna hewla guhertina demokgrafiya Rojavayê Kurdistanê û azar û koçberkirina welatiyên Kurd ji aliyên çekdarên tundrew ve nîşan dan.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, Serok Barzanî şîret û nêrînên xwe yên li ser dahatûya Sûriyê danîna nexşerêyeke aliyên Kurdî ji bo rûbirûbûna rikeberiyan û misogerkirina mafên siyasî yên gelê Kurd, li şanda ENKSê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin