PeyamaKurd – Li bajarê Çolemêrgê navçeya Geverê ev du roj in bênavber ber dibare û li nav bajêr heta 5 santîman li zozanan çiyayan jî heta 10 santîman rûyê erdê spî kiriye.
Berfa salê li çiyayên Cîlo û Satê, Çarçela, Nihêl û deşta Geverê bariya ku bandor li ser kesên ajalvaniyê dikin jî kir ku pezê wan di nav berfê de ma.
Şivan dema pezên xwe dibin zozanan ji bo çêriyê ji ber barîna berfê zehmetiyan dikişînin û pezê wan di bin berfê de nikarin bi hêsanî çêra xwe bikin.
Berfa îsal 26ê Mijdarê dest pê kir, lê sala borî 12ê Kanûnê berf bariyabû û heta wê demê li zozanan pez dihat çêrandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin