Jeffrey: Em bi hêvî ne ku wê PKK/YPG li ser Kurdên Rojava nebe serdest

Jeffrey: Em bi hêvî ne ku wê PKK/YPG li ser Kurdên Rojava nebe serdest

PeyamaKurd - Nûnerê berê yê Amerîka ji bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey da xuyakirin ku danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê de berdewam in û ew bi hêvî ne ku Tirkiye piştrast bikin PKK û YPG wê li ser hemû kurdên Rojavayê Kurdistanê serdest nebin.

James Jeffrey ji rojnameya “Şerq El-Ewset” çapa Londonê re ragihandiye, hêzeke Amerîka ya biçûk li bakurê rojhilatê Sûriyê ji bo piştevaniya HSDê di şerê li dijî DAIŞê de maye. Amerîka bi hebûna wê hêzê, rê nade Rûsya, Îran û rêjîma Sûriyê wê herêmê kontrol bike.

Jeffrey li ser diyaloga Kurdî – Kurdî gotiye: “Danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê de berdewam in û bi hêvî ne ku Tirkiye piştrast bikin ku PKK û YPG dê ne li ser hemû kurdan serdest bin.”

Derbarê Idlibê de jî Jeffrey diyar kiriye: “Piştrast im ku rêjîma Sûriyê venagere Idlibê, ji ber ku dora 20-30 hezar leşkerên Tirk li wir in û ew dikarin rê nedin ku rêjîm vegere wî bajarî.”

Jeffrey daye zanîn, Tirkiye ji bo hebûna xwe li bakurê rojavayê Sûriyê, piştevaniyê ji Amerîka, NATO û Ewropayê werdigire û dibêje:

“Li Sûriyê, herêmek di bin kontrola rêjîmê de ye, bakurê rojava Sûriyê di destê Tirkiye û çekdarên opozîsyonê de ye û bakurê rojhilatê Sûriyê jî di destê HSDê de ye. Lê dabeşbûna rasteqîne ew e, herêmên din ên ne destê wê de ne ti carî jî nakevin destê wê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin