Efrîniyê ku vîdyoya îskenceyê hatibû belav kirin kustî hat dîtin

Efrîniyê ku vîdyoya îskenceyê hatibû belav kirin kustî hat dîtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro termê Reşîd Hemîd Xelîl ê vîdyoya îşkenceya li ser dihat kirin ji aliyên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatibû belavkirin, di navbera gundên Qestel Cindo û Erebwêranê yên navçeya Şera ya Efrînê hatiye dîtin.

Welatiyekî Kurd ê Efrînê Reşîd Hemîd Xelîl, kurê wî yê 9 salî Mihemed Xelîl û welatiyekî din ê Efrînê Şerefedîn Sîdo berî 9 rojan ji aliyê komên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatibûn revandin.

Doh jî vîdyoya îşkenceya li Reşîd Hemîd Xelîl dikin ji aliyê çekdaran ve hatibû belavkirin ku ji bo berdana wan 100 hezar dolar ji malbatan dihat xwestin.

Li gor ragihandina jêderên ji Efrînê îro termê Reşîd Hemîd Xelîl li nêzîkî Efrînê di navbera gundên Qestel Cindo û Erebwêranê yên navçeya Şera kuştî hat dîtin.

Hêj çarenivîsa herdu revandiyên din Şerefedîn Sîdo û zarokê 9 salî Mihemed Xelîl jî ne diyar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji dema dagîrkirina Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve, ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, tenê ji bo standina pereyan bi hezaran welatiyên Kurd hatine revandin, îşkence li wan hatiye kirin û hejmarek welatî jî di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

VÎDYOYA ÎŞKENCEYÊ YA SER KURDÊ BI NAVÊ REŞÎD HEMÎD XELÎL

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin