PeyamaKurd - Berpirsê karûbarên êzîdiyan li wezareta ewqaf û karûbarên ayînî ya Kurdistanê Xeyrî Bozanî ragihand, ji ber cejna Cemayê karmendên êzîdî yên hikûmetê dê hefteyekê bikevin bêhnvedanê.
Xeyrî Bozanî got, bêhnvedan dê ji roja 6 vê mehê destpê bike û roja 13 mehê dê xilas bibe. Karmendên êzîdî dê roja 14 mehê biçin ser dewama xwe.
Bozan anî zimna, ji ber belavbûna vîrusa Koronayê merasimên cejna Cemayê nayên lidarxistin û got, lê ji ber ku cejna Cemayê wek helkefteka fermî ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin, bêhnvedan dê her hebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin