Serokwezîrê Herêma Kurdistanê salvegera Raperîna 1991ê ya gelê Kurdistanê pîroz kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê salvegera Raperîna 1991ê ya gelê Kurdistanê pîroz kir

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo salvegera Raperîna 1991ê ya gelê Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û da zanîn: “Germtirîn pîrozbahî û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû Kurdistaniyan, bi taybet Pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdan dikim.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Di salvegera Raperîna Adara birûmet a sala 1991ê de, germtirîn pîrozbahî û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû Kurdistaniyan, bi taybet Pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdan dikim.

Raperîn qonaxeke dîrokî û daxwaz û peyama bihêz a gelê Kurdistanê bû ji bo redkirina zulm, dagirkerî û bindestiyê ku di encama yekgirtî û yekrêziya tevahiya xelkê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên wê, hat karîn ku destkeftên mezin bêne bidestxistin, gelê Kurdistanê jî bibe xwedî dezgehên destûrî û ji bo pêşerojek baştir gav bavêje.

Yek ji peyamên girîng ên Raperîna 1991ê ew bû, gelê Kurdistanê ti carî dest ji maf û daxwazên xwe yên netewî û jiyana bi azadî û bi rûmet bernede, ji bo wê jî qurbaniyeke mezin da.

Îro jî pêwîst e hêz, partî û gelê Kurdistanê bi tevahî, bi heman biryardariya dema Raperînê, berevanî li destkeft û mafên xwe yên destûrî û mafên xwe yên rewa yên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin bikin.

Em gelê Kurdistanê dilniya dikin ku bi hemû awayan, berevaniyê li mafên xwe yên destûrî dikin û Kurdistan wek nimûneyeke geş a pêşkeftin, avedanî û pêkvejiyana tevahiya pêkhateyan dimîne.

Raperîna Adara 1991ê pîroz be.

Silav li giyanê pak ê şehîdên Raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin