Dewletên Kendavê mesrefên sîlihan zêde dikin

Dewletên Kendavê mesrefên sîlihan zêde dikin

PeyamaKurd- Dewletên Kendavê Îran, Erebistana Si’ûdiyê, Emarat û Qatar mesrefên xwe yên bo sîlihan an leşkerî di navbera salên 1994 û 2018an de gelek zêde kirine. Erebistan bi 67,6 mîlyar dolarî di dinyayê de dewleta sêyeme ku bo sîlih û techîzadên leşkerî pere serf kiriye.

Di mijara kirîna çekan û mesrefên leşkerî de Enstîtu ya Navdewletî ya lêkolînên Haştiyê ya Stokholmê (SIPRI) di mijara meserf û transfera sîlihan de raportekî belav kir. Li gor raporê li Yemenê leşkerên Erebistan û Emaratan hene. Li Lîbyayê Emarat û Qatar daxilî şer bûne. Li sûriyê Îran destekê dide rejîmê û li Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîkayê destekê dide grûbên di derveyê dewletê de û ji wan re sîlihan temîn dike.

SIPRI dibêje Îran di navbera salên 1994 û 2018an de pere herî zêde di sala 2006an de xerc kiriye. Kêmbûna mesrefên leşkerî dikeve pey dorpêçên Yekîtiya Awrûpayê yên bo ser Îranê. Piştî Amerîka û YA dorpêçên Îranê rakir an sivik kir, di salên 2015-2017an de mesrefên leşkerî %25 zêde kir. Bi qelsbûna Îranê re di sala 2018an de mesrefên Îranê gihaye 13,2 mîlyar dolarî.

Erebistan di sala 2018an de bi bihayê 67,6 mîlyar dolarî sîlihan kirî. Mesrefên leşkerî di salên 1996-1998 an de % 57, di salên 2003-2007an de %76 û di salên 2011-2015an de %63 zêde bûye. Dema bihayê petrolê dikeve, mesrefên leşkerî yên Erebistanê jî kêm dibe ji ber debara wan li ser petrolê ye. Sîlihên herî zêde Amerîka û Brîtanya firotiye Erebistanê lê xebata Çînê û Rûsyayê jî gelek zêde bûye da çekan bifroşe Erebistanê.

Qatar jî piştî sala 2010an mesrefên xwe yên sîlihan zêde kiriye. Qatar dest pêkir û di şerê Sûriye û Lîbyayê de roleka aktîv distîne. Bihayê peymanên bi Qatarê re yên leşkerî di navbera salên 2014-2018 de gihaye 50 mîlyar dolarî. Amerîka û Almanya herî zêde çek firotine Qatarê.

Emarat jî yek ji wan dewleta ye ku tevlî şerê Yemenê û Lîbyayê bûye. Ji sala 2000an û vir de mesrefên kirîna sîlihan zêde kiriye. Emarat di sala 2014an de bi 22,8 mîlyar dolarî çekan kiriye. Di Rojhilata Navîn de di rêza duyem de û di dinyayê de di rêza 14an de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin