Qazana fabrîka kîmyewî teqiya: 8 mirî û 50 birîndar

Qazana fabrîka kîmyewî teqiya: 8 mirî û 50 birîndar

PeyamaKurd- Li welatê Hindistanê li eyaleta Gujaratê di fabrika maddeyên kîmyewî de qazan teqiya û di necamê de 8 xebatkar jiyana xwe ji dest dan û 50 xebatkarên fabrîkê birîndar bûn.

Di nava birîndaran de halê hinek ji wan xweş nîne. Bo tedbîrê ji dora fabrîkê ji du gundan li dora 4 hezar û 800 kes hatine tehliyekirin û wan birine deverekî bi ewle.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin