PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê bo avakirina projeyên xwedîkirina çêlekên şîrî, Hikûmeta Kurdistanê alîkariyê dide.
Li gor Berpirsê Pişka Ajaldariyê yê li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê Fîrsa Sidîq diyar kir, em dixwazin bi piştevanîkirina hinek projeyan, berhemên şîr li Kurdistanê zêde bikin.
Herwiha Fîras Sidîq da zanîn, ji ber wê jî me biryar daye, kî projeyên xwedîkirina çêlekên şîr ava bike, em ê piştevaniya wan bikin û hêsankariyê bo wan bikin.
Li Herêma Kurdistanê 4 milyon ser pez, 340 hezar dewarên reşe û 4 hezar jî gamêş hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin