DAIS êrîsî gûndê Xaneqînê kir

DAIS êrîsî gûndê Xaneqînê kir

PeyamaKurd - Çeteyeên DAIŞ’ê careke din êrîşî gundekî navçeya Xaneqînê ya Diyale kir û di encamê de pêşmergeyek birîndar bû.

Şevê din  saet 22.30’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Yusif Beg ê navçeya Xaneqînê ya Diyale kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Asayîşa Xaneqînê hatine girtin, di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gund de pêşmergeyê bi navê Ebas Hisên ê 34 salî birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxanê. Li gorî agahiyan çeteyên DAIŞ’ê piştî êrîşê reviyan e. Ji serê salê ve ev çend carin çeteyên DAIŞ’ê li herêma Xaneqînê êrîşî gundan dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin