Hikûmeta Kurdistanê li Dukan a Silêmaniyê projeyeke gestiyarî ya stratejîk pêk tîne

Hikûmeta Kurdistanê li Dukan a Silêmaniyê projeyeke gestiyarî ya stratejîk pêk tîne

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Kurdistanê Qubad Telabanî ragihand, projeya geştiyariya Dukanê, hejmareke mezin a derfetên kar peyda dike û dibe sedema geşkirina karta geştûguzariyê û piştre berfirehkirina jêderên dahata darayî.

Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî, îro 23yê Tebaxê bi riya vîdyokonferansê seroktiya civîna Komîteya Bilind a Projeya Geştiyariya Dukanê kir ku projeyeke geştiyarî ya stratejî ye û dikeve qezaya Dukanê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê.

Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran bal kişand ser girîngiya wê projeya stratejî ku her di qonaxa destpêka wê ve, hejmareke mezin a derfetên kar peyda dike û piştre jî dibe sedema tevgera bazirganiyê ya mezin li Herêma Kurdistanê bi giştî, ji bilî wê jî dîmeneke geştiyariyê ya ciwan dide deverê.

Qubat Talebanî got: “Em di hikûmeta Herêma Kurdistanê de amade ne bo hemû asankariyan ji bo ew projeya girîng bi ser bixin ku ji aliyekî ve sûda wê ya rasterast ji welatiyan re dibe û ji aliyekî din ve jî dibe amrazek bo geşekirin û bihêzkirina jêrxaneya aborî li Herêma Kurdistanê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin