PeyamaKurd- Welîahdê Erebistana Si’ûdiyê Muhammed Bîn Selman bo seredaneka fermî çûbû Pakistanê û li wê derê bi rêvebirên Pakistanê re 3 lihevkirin û peymanekî îmze kirin. Miqdarê peymanê 69.7 mîlyar riyale Erebistana Si’ûdiye ku dike 18.5 mîlyar dolarê Amerîkî. Mijara lihevkirinan û peymanê; di seha enerjî, petrokimya û madenê de ye.
Li gor ajansa Erebistanê SPA yê; armanca Erebistana Si’ûdiyê ew e ku li Pakistanê di sehayên navborî de sermaya xwe bixe Pakistanê û tenê di seha madenê de bi 22.5 mîlyar riyali lihev kirine.
Di nava dewletên ku Selman seredana wan bike Çîn û Hindistan jî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin