Obama pistî 5 salan çû Koska Sipî

Obama pistî 5 salan çû Koska Sipî

PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama piştî 5 sala ku di 20.01.2017 an de ji wexîfa xwe qetiyabû, cara yekeme ku diçe Koşka Sipî û li ser reforma tenduristiyê ya bi navê "Obamacare" axifî. Îro salvegera îmzekirina reforma tenduristiyê ya kesên ku dahata wan keme û bi wê sedemê Obama çû Koşka Sipî.

Obama, bi serokê Amerîkayê Joe Biden re firavînê xwar, axaftinekî kir û got ku wê Biden pêngavên di babeta ‘Obamacare’ de bişopîne.

Obama, di axaftina xwe de henek bi Biden kir ku Biden di dewra serokatiya Obama de cîgirê wî bû. Herkesê li wê derê keniya. Obama di axaftina xwe de dema xîtabê Biden kir got:

“Birêz cîgirê serok Biden! Na, na! Ev henek (yarî) bû.”

Herkes henekê fêm kir û keniya. Li ser vê heneka Obama, Biden jî ji bo Obama weha got:

“Me îro firavînê xwar lê di mijara nîzama rûniştinê de serê me tevlihev bû.”

Biden, her weha di ser hesabê xwe yê Twitterê de,mijara seredana Obama weha ragihand:

“Ez kêfxweşim ku min car din Obama li Koşka Sipî dît.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin