PeyamaKurd – Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko piştî civîna ligel fermandaran peyama ji bo piştgiriya artêşa Rûsyayê ketina nav erda Ûkraynayê da.
Li gorî daxuyaniya hatiye dayîn, Lukaşenko peyam daye fermandarên artêşa xwe ku ji bo piştevaniya artêşa Rûsyayê alîkar bibin û gotiye: "Rê li ber êrîşên paşve yên ser hêzên Rûsî bigirin. Destûrê nedin rêyên lojîstîka artêşa Rûsya werin birîn.”
Li ser vê daxuyaniyê tê gotin ku wê artêşa Belarûsê ji aliyê bakurê Kîevê ve ji bo bibe alîkar ji artêşa Rûsyayê re bikeve nav erdên Ûkraynayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin