Li Helebê 197 kes bûn qurbaniyên teqîna mayinan

Li Helebê 197 kes bûn qurbaniyên teqîna mayinan

PeyamaKurd -  Li herêma Helebê hejmara qurbaniyên teqîna mayinan, gihîştiye nêzîkî 200 kesî.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku hejmara qurbaniyên mayinên bermayên şer û pevçûnan, ji Adara 2012an ve, gihîştiye 197 kesî, piraniya wan ji zarokan in.

Di nûtirîn pêşhatan de, ciwanekî 19 salî li gundê Ihris ê ser bi gundewarê bakurê Helebê ve, di encama teqîna mayinekê de, birîndar bû.

PIRANIYA QURBANIYAN JI EFRÎNÊ Û TILRIFETÊ NE

Li gorî navenda navbûrî, par 55 kes bi teqîna mayinan hatin kuştin, di nava wan de 39 zarok hebûn û 370 kes jî birîndar bûn.

Îsal jî hejmara qurbaniyan gihîştiye 135 kesan, piraniya wan ji herêma Efrînê û Til Refhet in.

Bi dehan kes jî, ji navçeyên Bab, Cerablus û çend deverên din li navçeyên Şahbayê bûne qurbaniyên teqîna mayinan.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan diyar kiriye ku heta niha ti çalakiyên pûçkirin û rakirina mayinan li wan navçeyan nehatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin