PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama şerê navbera hêzên berxwedanê yê Ehmed Mesûd seroktiya wan dike û çekdarên Talîbanê de ku kontrola Afganistanê xistine destê xwe de, şerekî dijwar rû da.
Li gorî zanyariyan hêzên Ehmed Mesûd ku biryara berxwedanê û radest nekirina newala Pencşîrê dabûn, êrîşeke mezin a Talîbanê têk birine û di encamê de jî 115 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.
Herwiha hat diyarkirin ji bilî kuştiyan 200 çekdarên Talîbanê birîndar bûne û 35 kes jî hatine dîl kirin.
Berdevkê eniya Berxwedana Nîştimanî ya Afganistanê li wîlayeta Pencşirê Fehîm Deştî eşkere kiriye, wan bersiva êrîşeke mezin a Talîbanê ya li ser wîlayetê daye û hêzên berxwedanê wesayîtên zirxî û topên Talîbanê rûxandine.
Hêjayî gotinê ye, doh 1ê Îlonê Talîbanê ragihandibû ku hêzên wan li Pencşîrê bi pêş ve diçin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin