Heyet Tehrîr el Sam li Efrînê gelek binpêkarinan dike

Heyet Tehrîr el Sam li Efrînê gelek binpêkarinan dike

PeyamaKurd – Heyet Tehrîr el Şam li herêma Efrînê gelek binpêkarinan dike, welatiyan digre û dikuje.

Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar kir, Heyet Tehrîr el Şam çekdarên xwe bi rêya “Dezgeha Ewlehiya Giştî” ya ser bi hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” li Efrîn û gundewarê bakurê rojavayê Helebê belav kirine.

Heman çavkanî eşkere dike, Heyet Tehrîr el Şam bi alîkariya komên çekdar ên Firqeya Hemze, Silêman Şah û Sultan Murad û çend komên din, li Efrînê binpêkarinan dike. Weke mînak, wan koman 6 welatiyên Kurd li Efrînê girtine û cih û çarenivîsa wan ne diyar in. Hevdem bi sedema şer û pevçûnên navbera Heyet Tehrîr el Şam û Feyleqa Sêyem, du jin û zarokek hatine kuştin.

Herwiha Heyet Tehrîr el Şam bac, heta rêjeya %60 li ser berhema zeyt û zeytûnan li ser gundên Efrînê sepandine, di nav de hejmarek ji gundên her yekî ji bajarokê: Mabata, Şiyê, Reco û Bilbilê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 13yê Cotmeha 2022yan ve, Heyet Tehrîr el Şam bi alîkariya komên Hemzat, Emşat û Ehrar El-Şam dest danî ser bajarê Efrînê û gundewarê derdorê û çekdarên Feyleqa Sêyem û hejmarek ji komên hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” ya ser bi Tirkiyê ji Efrînê derketin û li Ezaza rojhilatê Efrînê bicih bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin