PeyamaKurd - Li bajarê Dersîmê yê Bakurê Kurdistanê ku pezkovî li wê herêmê pîroz in, ji bo rê li ber nêçîra pezkoviyan bê girtin kampanyayeke komkirina îmzeyan ji aliyê 234 rêxistinên civaka sivîl ve hat destpêkirin.
Kampanya komkirina îmzeyan ku ji doh 3yê Adarê ve destpê kiriye û bi dirûşma, `Min Gulebaran Neke` hatiye ragihandin.
Hat zanîn ku kampanyaya komkirina îmzeyan bi awayekî elektronîk e û kesên ku beşdarî wê kampanyayê dibin divî li ser Change.orgê îmzeyên xwe bidin.
Her çiqas li Dersîmê nêçîra pezkoviyan qedexe ye jî car caran nêçîrvan bi rizamendiya saziyên dewletê derdikevin nêçîrê û beriya niha bi çend rojan jî laşkê hejmarek pezkoviyan li herêma Dersîmê hatibûn dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin