PeyamaKurd- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli derbarê diyarkirina namzedên hilbijartinên şaredariyan ên bajarên Tirkiyê de bal kişand ser tifaqa bi opozîsyona Tirkiyê re û got, ji ber nêrîna xwe ya demokrasiya radîkal em girîngiyê didin têkoşîneke hevgirtî.
Temelli diyar kir ku wan li Diyarbekirê namzedên şaredariyan ên deverên lê bihêz in eşkere kirine û li dijî zihnîyeta qeyûman xwe ji hilbijratinan re amade dikin.
Hevserokê HDPê li ser diyarkirina namzedên bajarên Tirkiyê bal kişand ser tifaqa bi CHPê re li hin bajar û navçeyan û got, “Niha li bajarên rojava xebatên me didomin. Ji gelek bajar û navçeyan rapor tên ku emê li nêzîk namzedên xwe yên wan deveran bidin nasandin. Me gotibû, em ê tevî biryara xwe ya namzed danîna her deveran, hin îstisnayan jî berçav bikin. Ji ber nêrîna xwe ya demokrasiya radîkal em girîngiyê didin têkoşîneke hevgirtî. Lê bi teqdîra we ev xeta têkoşînê li ser lingekî nameşe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin