Artêsa Iraqê 5 terorîstên DAISê kust

Artêsa Iraqê 5 terorîstên DAISê kust

PeyamaKurd – Artêşa Iraqê, li sînorê bajarokê Seidiye ya ser bi Xaneqînê û nêzîk Deryaçe ya Hemrînê, 5 terorîstên DAIŞê kuşt.

Efserê polîsê Diyale Elî Heyder diyar kiriye: ‘‘Di 24 saetên borî de li du helmetên cuda yên hêzên artêşa Iraqê bo ser navçeyên sînorê bajarokê Seidiye ya ser bi bajarê Xaneqînê û Deryaçe ya Hemrîn û Şarebanê 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.’’

Herwiha destnîşan kiriye: ‘‘Hêzên bersivdana lezgîn, alîkariya hêzên artêşa Iraqê kirin û balefirên şer jî beşdarî wê helmetê bûn û operasyon heta êvari jî berdewam kir.’’

Elî Heyder eşkere kiriye: ‘‘Di wê helmetê de, hejmarek cebilxane û binkeyên veşartî yên DAIŞê jî hatin jinavbirin.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin