PeyamaKurd – Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê û Banka Navendî ya New Yorkê, bi hinceta ku pereyên Amerîkayê revandine Îranê, dorpêç danî ser 14 bankeyên li Iraqê kar dikin.
Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ragihandiye ku çavkaniyeke payebilind a Amerîkayê daye xuyakirin, derketiye holê ku hejmarek bankeyên li Iraqê kar dikin, bi hîle û spîkirina pereyên reş û revandina wan fonan bo berjewendiya Îranê, kar kirine û delîlên bihêz di vê derbarê de hene.
Rayedarekî Banka Navendî ya Iraqê jî beriya niha gotibû, piştî sepandina dorpêçên nû yên Amerîkayê bankeyên hatine cezakirin hejmara wan ji 8an derketiye 72yan û ji sê yekê wan jî bi sedema spîkirina pereyan ketine lîsteya reş a Amerîkayê.
Hate ragihandin piştî vê qedexeya Amerîkayê, nirxê dolarê Amerîkî li hember dînarê Iraqê bilind bûye û serê hezar dolarî ji 470 dînaran derketiye 570 dînaran.
Li aliyê din Şoreşgerên Cotmehê yên Iraqê ji ber gendeliyê sala 2021ê li ber Banka Navendî xwepêşandanên berfireh ên protestoyî kiribû, car din banga xwepêşandanan dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin