PeyamaKurd-Şandeke Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, li Parlementoya Kurdistanê bi Firaksiyona PDKê re civîn li dar xist. Di civînê de li ser hilbijartinên Kurdistanê guftûgo hatin kirin.
Şanda UNAMI ji aliyê Serokê Firaksiyona PDKê Zana Mela Xalid ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de bi taybetî li ser hilbijartinên Kurdistanê, hewilên kêmkirina kursiyên pêkhateyan, çalakkirina komîsyonên hilbijartinan ên Kurdistanê û hemwarkirina zagonên hilbijartinê hat rawestandin.
Di hevdîtinê de ji şanda UNAMI hat xwestin ku ew bi rol û mîsyona xwe, çavdêriya hilbijartinên Kurdistanê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin